|
Hürriyet Gazetesi İlan Servisi, hürriyet ilan, vefat ilanı
|
|||||||||||||
|
|
BERNAMEYA
PARTİYA DEMOKRASİYA BEŞDAR PARTİYA DEMOKRASİYA BEŞDAR; PARTİYEK LİBERAL, SOSYAL DEMOKRATA PİRALÎ, BEŞDAR Û LAÎK YA GİRSEYÎ (CEMAWERÎ) YE.
Partiya Demokrasiya Beşdar, kêşeya Kurdan bi awayek dadwer, aşitî û bi hevpeymanên nêvnetewî û belgeyên Neteweyên Yekbûyî ve pêwendar çareserkirinê datîne nêvenda bernameya xwe û ji aliyê dî jî, li kêşeyên welat hemûyan xwedî derdikeve; guhartin û veguhartina ji nû ve avakirina demokrasiyê û bi sazî û rêçên wê hemûyan ve bikaranînê armanc dike.
Partiya Demokrasiya Beşdar, piştevaniya Tirkîye ji bo têketina wê ya Yekîtîya Ewropa (YE) dike, dixwaze ko belgeyên levkirina Yekîtîya Ewropa di demek kurt de bên pêkanîn û di maweya beşdarbûna Yekîtîya Ewropa de bê lezkirin.
Wê ziman, dîrok, çande, urf, adet û dewlemendiyên toreya me, bi rûmetên nêvnetewî re veguhartinê û bi rûmetên dî yên wekî wê re yekerkirin û dewlemend kirinê, rûmetên aborî, teknolojîk û zanistîyê bi alema mirovatiyê tevê re parvekirinê û ji bo pêkanîna van armancan guhartin û veguhartinên pêwist pêkbîne.
Partiya Demokrasiya Beşdar, erkên veavakirina veşartîbûna jiyana taybetî, azadiya ferdî, civata sivîl, dewleta demokrat, sîstemek îdarî ya nenavendî (ademî merkezî) ji bo bextewariya her kesî û ji bo xweşiya welat dide ser milên xwe û vê yekê ji xwe re vatinîyek (mîsyon) bingehîn dihesibîne.
Lewma Partiya Demokrasiya Beşdar; rewşa Tirkîye û dunyayê dinirxîne û bi bernameyek hemdem ji civata me piştevaniyê dixwaze.
DEMOKRASÎ Û CİVATA SİVÎL
Partiya Demokrasiya Beşdar, sîstemek huqûqî ya demokratîka serbixwe, bêalî, bi rêçên (qaîde) bingehîn yên huqûqê ve girêdayî û civatê ji “projeya binçavîya mezin” rizgarbike dipejirîne.
Destûra (anayasa) mewcûd, bi rastiyên (realîte) civatê re dijber e. Rehabîlîte kirina (xweşkirin) destûrê tenê ne bes e. Lewra, wê ji bo pêkanîna vê destûrek ya nû û sivîl bê çêkirin.
Destûra nû; wê destûra demokratîk ya civata sivîl ko di navenda xwe de ferdan datîne, paldarê maf û azadiyên mirovan, piralî, beşdar, laîk, paldarê rêçên dewleta huqûqî ya civakî be û wê dewletê di xizmeta gel de bibîne .
Mafê jiyanê mafek muqades e. Rûmeta mirovantiyê divê bi rêzdarî bê pêşwazkirin û bê parastin. Te’da, mûamela bi heqaretî û biçûkdîtinê qedexe ye. Wê berpirsiyarên van tiştan bên cezakirin.
Demokrasî; hêza xwe ji huqûqê distîne û awayek yê jiyanê ya xwedî rêç e. Wekî ko tê îdia kirinê, cumhûrîyet nayê wateya demokrasîyê. Tenê awayek yê gerînendiyê ye. Îro, li dunyayê gelek dewletên Ewropa ko mînaka demokrasiyê tên dîtin, bi qralîtîyê tên gerînandin. Gelek dewletên bi dîktatoriyê tên îdare kirin hene, lê navê wan cumhûrîyet e .
Partiya Demokrasiya Beşdar; mafên ferdî li pêşîya her tiştî dibîne û dewletê wek sazîyek hevbeş ya di bin xizmeta ferdan de qebûl dike. Ji bo pêkanîna civatek demokratîk û sivîl, wê astengên qanûnî yên ser navê “dewleta muqades” hatîn danînê hemûyan rake. Wê qanûn; berî her tiştî, li gorî standardên (YE) bên guhartin. Di kirarîyê (pratîk) de wê îhtimamek taybetî ji vê yekê re bê nîşandan.
Peymanên navnetewîyên ji aliyê parlamentoyê ve hatîn pejirandin (tesdîqkirin) mîna ko di benda 90.ya destûrê de hatî diyarkirin, di hukmê qanûnande ne û daxilêmuameleyên hundirîn (nêvxweyî) ne.Wê ev peyman herfîyen bên cih anîn û muktesebata hundirîn, wê li gorîvê bê serast kirin.Wê Qanûna Muhakemekirina Karmendan “Memûrîn Mûhakemat Qanûnû” bê rakirin û wê dewlet deshelatdariyên xwebikarbîne û erkdarên dewletê yên sûcdar derêxe pêşberê darizandinê.
Yên dibin sebebê bûyerên mîna narkotîk, çete û dizîyê ko aramîya civatê xeradikin wê bi cezayên giran bên cezakirin; yên di temenê zarokan de wê li cihên diyarkirî bên rehabîlîte û tedawî kirin.
Karmendên (memûr) bêsebeb guhê xwe nedin erkên xwe û ji hemwelatiyan re arîşeyan dertêxin wê ji kar bên avêtin.
Yên xurekên (gida) tenduristiya civatê tehdît dikin hilberînin û bifroşin wê cezayê bi du qetan girantirkirî bên cezakirin û heta sax in wê ji berhemkirin û ticareta xurekan bên qedexe kirin.
Partiya me, ji bo ko welêt bike welatê hemwelatiyan, azadiya ramanê, azadiya olî û wîcdanî, azdiya teşebusê û azadî û mafên ferdî hemûyan bêqeyd û şert diparêze.
Serdestiya hemwelatiyan hîmê sazûmana demokratîk e. Lingê vê yê giringtirîn jî, mafê nûçe standiniya rast e. Wê her awayên sansûra li ser medyayê bên rakirin. Wê ji bo geşkirin û belavkirina navgînên (wasite) ragihandinê yên mîna radyo, televîzyon, internet, rojname, kovar, pirtûk û zanistî, çande û huner tedbîrên lazim bin tev de bên standin.
Di babetên derveyê veşariyên (sir) dewletê de, yên ko wê ji nû ve bê salixdan, wê mafê agahdarbûyîna hemwelatiyan bêkêmayî bê pêkanîn, wê agahdarkirina çewt sûc bêtin hesibandin.
Şûna navên cih û derdorên di demê Cumhûriyetê de hatîn guhartin, wê navên kevn bên îade kirin.
Ji bo pêkanîna haşîtîya civakî, wê lêborînek (efû) gişkî bê derêxistin. Wê cerdevanên gundan bên teqaut kirin û çekên di destê wan de ji wan bên standin.
Gundên di van salên paşiyê de bi hêceta asayîşê hatîn şewitandin, wê şûn de bên avakirin û ji bo şûn de vegerandina gundiyan wê derfet bên pêkanîn.
Ji bo afirandina ferdên azad û azadkirina civatê, wê astengên li pêşiya rêxistina civata sivîl bên rakirin, wê ji her awayî derfetên xebata azad bên pêkanîn û di vî warî de arîkariya aborî bê kirin.
Mafê şikberan hemûyan heye ko, di dadgehek azad û bêalî de bên darizandin. Wê maweyê ragirtinê (tewqîf) di asta kêmtirîn de bê girtin û di vê maweyê de wê di ragirtîxanê de mayîna wan bê pêkanîn. Yên cezayê wan hatî vebirîn wê bo girtîxanê bên rêkirin û wê ji bo van, di maweyê înfaza wan de mafên wan yên mehkûman ko ji peymanên navneteweyî dertên bê kêmayî bên cih anîn.
KÊŞEYA KURDAN
Çareseriya kêşeya Kurdan, ji aliyê Tirkîye ve kêşeyek hîmî ya berê her tiştî ye û ji alîyê me ve sebebê heyîna partiya me ye. Partiya me, çareser kirina kêşeya Kurdan di navenda bernameya xwe de rûniştandiye. Lewre, em pêvist dibînin ko nêrînên xwe yên li ser vê kêşeyê, di bin sernavek cuda de rave bikin.
KÊŞE Çİ YE?
Ji bo têgihiştina kêşeyê, divê em zanibin ko; Kurd kî ne, statûya wan çi ye û di çarçoveya rewa (meşrû) ya navnetewî de gerek ew xwediyê kîjan mafan bin. Dîroka gelê Kurd, ji demên dîrokê yên pir kevin tê. Ji beriya ko Tirk bên rojhelata navîn bihezarî salan ve, li welatê xwe yê li herêma Mezopotamyaya Jorîn jiyana xwe didomînin. Gelê otokton –ji berê herkesî cihbûyî- yê welatê xwe ne. Ziman û çandeya wan ya xweserê wan heye. Di herêmên xwe de, jimaran wan serdestir e. Nasnameyek wan ya ser her tiştî re digrin û lê xwedî derdikevin –nasnameya Kurdî- heye. Di tu demên dîrokê de û îro jî tu caran xwe wek parçeyek yê tu neteweyên dî nedîtine.
Ji ber sebebên ko bi dîroka xwe, erdnîgariya xwe, ziman û çandeya xwe, di herêma xwe de bi piranîya xwe û bi vêna xwe ya domandina nasnameya xwe ya netewî ve Kurd gelek in. Statuya wan ya siyasî, statuya gelan e. Mirov Kurdan mîna komeke etnîk ya ji rêzê bibîne çewt e.
Li gor şertê Neteweyên Yekbûyî, gel hemû wekhev in (mûsawî ne) û xwediyên mafê çarenûsî ne. Gelê Kurd jî xwedîyê mafê çarenûsîya xwe ye. Lazim e mafên Kurdan di vê çarçovê de bê nirxandin.
Di roja me de, ji aliyê dorên siyasî yên navnetewî ve û bi eşkereyî tê nirxandin ko; “Gelê Kurd, di cîhanê de netewayê mezintirîn yê bêdewlet e.” Xwedî nebûna tu statuyên siyasî ya Kurdan, wîcdana beşeriyetê aciz dike. Lewre jî, kêşeya Kurdan, îro rewşeke kêşeya navnetewî standiye.
Mafê çarenûsî, dikare bêyî guhartina tixûbên siyasî yên mewcûd jî bê bikaranîn. Divê Kurd, li Tirkîye mafê xwe yê çarenûsî di nêva dewletê de bînin cîh. Di nêv tixûbên siyasî yê mewcûd de, di herêma xwe de bibin xwediyê mafê xwe îdare kirinê. Rêçek hîmî ya ko partiya me pejirandî jî ev e. Lewre, lazim e di sazîmana dewleta Tirkîye de guhartineke bingehî bê pêkanîn.
Dewleta Tirkîye, her çiqas di coxrafyek pir bi avantaj de hatibe damezrandin jî, nekariye demokrasiyek rastî avabike, negihaye pêşveçûna aborî û halxweşiyê (refah), nekariye haşîtî û aramiya civakî pêkbîne, di cîhanê de nekarîye li cihek mû’teber rûne. Sebebê vê, divê di avakirina dewletê de û di sîstema wê de bê dîtin. Ji ber ko sîstema dewleta damezirî û avahîyê civakî bi hev nakin.
Dewleta Tirkîye, li ser avahiyê piralî yê civata pir etnîk, pir-ziman û pir ol yê Osmanîyan hat damezrandin. Dewlet şûna, li gorî vê avahiya civakî bê damezrandin û maf û huqûqên hemwelatiyan hemûyan ber bi çav bike, li dijê vê bi zihnîyeta berjewendî û serdestiya grûbekê tenê –ya Tirkan- paldayî, yekdestî û emrêwaqî hat avakirin. Armanca dewletê bûye, grûbên dî yên cuda hemûyan di nêva Tirkîtîyê de bihelîne, wan bike Tirk û netaweyek bi tenê Tirk biafirîne. Ev, tê wateya tunekirina grûbên dî yên cuda. Vê zihnîyetê ji xeyrê Kurdan, ji bo grûbên dî tu kêşe neafirandin.
Lê ji aliyê Kurdan ve rewşê di awayek cuda de ajot. Kurdên ko rayên wan diçin kûrahiya dîrokê û di welatê xwe yê aîdê xwe de xwedî ziman, çande û toreyên xwe yên xweserê xwe jiyana xwe didomînin, bi sîyasetên dewletê ko dixwest wan bihelîne û ji dîrokê paqijbike razî nebûn û serê xwe netewandin. Ji bo parastina heyîna xwe ya netewî û bi dest xistina mafên xwe yên ko heqê wan in, têkoşîyan. Rayederên fermî yên dewletê behsa 29 serhildanên Kurdan dikin. Îro jî, şerekî berteng ko rojeva Tirkîye û dunyayê mijol dike didome.
Dewlet, dixwaze Kurdan di nêva Tirkîtîyê de bihelîne, Kurd jî têdikoşin ko heyîna xwe ya netewî bidomînin. Bi kurtî kêşeya Kurdan ev e.
Ji ber kêşeya Kurdan, asayîş hatîye plana pêşîyê, maf û azadî paş ketine û geşbûnên demokratîk nehatîne pêkanîn. Derfetên aborîyên welêt bi nîsbetên mezin ji bo pêkanîna asayîşê hatine xerckirin lewre jî, pêşketina aborî û aramiya lazim nehatîyepêkanîn. Bihêceta pêkanîna asayîşê di nêva dewletê de çete peydabûne, avahîyê dewletê hatîye gemar kirin. Aramiya civakî, ewleyî û haşîtî nehatîye pêkanîn. Sîyaseta derveyîn bi refleksên netaweperêzî hatiye meşandin lewre jî, Tirkîye li cîhanê nekarîye rûne cihekî mûteber.Di bingehê van rewşên negatîf de, çareser nekirina arîşeya Kurdan radize.Lewre em dibêjinko, divê di demek kurt de kêşeya Kurdan bi awayekî dadwer û meqûl bigihêje çareserîyekê ko Kurdan tatmîn û memnûn bike.
ÇARESERÎYA KÊŞEYÊ
Em dikarin ji bo çareserkirina kêşeyê rêçên (qaîde) hîmî yên me bijartîn wiha rêzbikîn: 1- Kêşeya Kurdan, divê di nêv tixubên Tirkîye yên mewcûd de, di nêva yekpareyîya dewletê de bê çareserkirin.
2- Di çareser kirina kêşeya Kurdan de têkoşîna çekdarî nikare bibe wasiteya çareseriyê. Lewre, ne tevgera Kurdan ya çekdar dikare artêşa Tirk mexlûb bike, ne jî hêzên asayîşa Tirkan bi kujtinê dikarin Kurdan xilasbikin. Kêşe, kêşeyek siyasî ye. Divê, bi têkoşînek siyasî ya demokratîk û bi haşîtî bê çareser kirin. Lewma, em di çareserkirina kêşeyê de her texlîtên şidetê red dikîn.
3- Divê di çarçoveya rewa (meşrû) ya navnetewî de kêşe bê nirxandin, heq û edalet û wekhevî esas bê girtin.
4- Di çareserkirina kêşeyê de dikare formûlên cûda bên munaqeşe kirin. Formûla Partiya me ya çareseriyê: sîstema federal ya azadîperwer, piralî, beşdar, laîk û demokratîk e.
Di eslê xwe de kêşe, kêşeyek welê ye ko, dikare bi hêsanî bê fêhmkirin û bê çareser kirin.
Hema bes;
1- Bila zihnîyeta netaweperêzîya şovena Tirkîtîyê ko, mafên yên ji xwe cûda xwarinê û wan bin nîrê xwe êxistinê di xwe de dibîne bê terk kirin. Bila, qiyasa nefsê û empatî bê pejirandin.
2- Bila rastî (objektîfî) û wekhevîko îcabên dadwerîyê ne esas bên girtin. Bila bê gotin ko; “Tişta ji bo min maf be, ji bo yên dî jî maf e.”
3- Ji bo bi temamî fêhmkirina kêşeyê û formûlên çareserkirina wê bila atmosferê azadîyek tam bê pêkanîn.
Qene karê me hêsanîtir bibe, emê li vir parantêzekê vekin:
Tirkîye ji bo Tirkên Qibris’ê ko li gorî Kurdan kêmtir avantajên wan yên sîyasî hene “di nêva her du gelan de çareseriya wekhevîya sîyasî ya du herêmî û du civakî ” pêşnîyar dike.
Çima Ji bo Kurdên Tirkîye ko li gorî Tirkên Qibrisê, bêhtir xwedîyên avantajên mafdarîyê ne, formûla Tirkîye ya Qibrisê neyê şixulandin?
Va ye formûla me ya çareserîyê “sîstema federal” mafdar derdikeve. Ji ber girinîya wê ya di çareserkirinê de, emê bi kurtî li ser “sîstema federal” rawestin.
SÎSTEMA FEDERAL
Sîstema federal, ji bo dewletên xwedîyên civatên piralî modela gerînendîya çêtirîn e. Sîstema federal, li gorî sîstema unîter hê demokratîktir e, hê azadîperwertir e û ji bo avahîyên civakî yên civatên piralî modela gerînendîya hê musaîdtir e.
Sîstema federal, derfetê dide ko her parçeyên federe cûdahîyên ziman, ol, nijad (etnîk), çande, dîrok an jî aborî yên xwe biparêzin ûbipêş ve bibin.
Sîstema federal, ne parçekirina dewletê ye, awayek yê gerînendiya pêwendarê gerînedîya hundirîn e. Dewleta federal, ji aliyê huqûqê destûr û huqûqê navnetewî ve yek dewlet e. Jêdera (menba) îqtîdarê yek e û -ew jî- vêna azad ya gel e. Bi tenê ji aliyê bikaranîna îqtidarê ve ji sîstema unîter vediqete. Bikaranîna îqtidarê li navendekê tenê komnabe, li ser ji yekê bêhtir navendan hatîye belavkirin.
Avantaja mezintir ya sîstema federal, mecbûrîyeta wê ya demokratîkbûyînê ye. Di rejîmek nedemokratîk de federalîzm nikare bijî. Lêbelê, dewleta unîter ne mecbûr e ko demokratîk be.
Li Tirkîye astenga mezintirîn ya li pêşîya pêkanîna federalîzmê, neyîna atmosferê demokrasîyek heqîqî ye. Sê astengên vê yên giring hene:
1- NEYÎNA ÇANDEYA DEMOKRASÎYÊ: Di nêv tevayîya gelê Tirk de, neyîna çandeya xweşbînî, tolerans, rêzdarî bo cûdahîyan û tehemûlê ye ko ji bo demokrasîyê tiştên lazim in. Dewlet pîroz e. Lewre jî divê navendî û otorîter be. Fikrên li dijê dewleta pîroz bin, weke cudaxwazî û parçekirinê tên qebûl kirin. Ev, zihnîyetek li hemberê sîstema federal e. Ev zihnîyet, ne tenê di nêv hemwelatiyên ji rêzê ve, li ser tebeqeyên bijarte yên sîyasî û akademîk jî serdest e.
2- PÊWENDİYA LEŞKER Û SİVÎLAN: Li welatên demokratîk ne mumkin e ko leşker di gerînendiya dewletê de desthelatdar bin. Ji ber ko, leşker ji xweristî (tebîet) ya xwe ve unîform in, bi zihnîyetek unîter-yekalî hatine perwerde kirin û wan ev weke awayek yê jiyanê ji xwe re pejirandine. Ji sazûmana leşkerî re ev yek pêwîst e. Lêbelê, hekî weke sazîyek serdest ev zihnîyeta mîlîtarîst li ser dewletê û civatê bê ferzkirn, wê pêşîya geşbûna demokratîk bê xetimandin.
3- HELWESTA DARİZGERİYÊ : Mixabin ko gelek dadger û dozgerên di xizmeta edaletê de ko şûna bibin parêzvanên mafên hîmî yên ferdî, bi saîqên parastina dewletê tevdigerin. Rêçên (qaîde) huqûqê, ne bi zihnîyetek azadîperwer, lê bi zihnîyetek qedaxekar şîrove dikin û tînin cih. Ev zihnîyet, pêşiya pêşveçûnên demokratîk yênsiyasî û civakî dixetimîne.
Bi vê wesîleyê, divê li ser rêça (norm, qaîde) darizgerîyêya “bi welatê xwe û netawê xwe ve yekpareyîya dewletê ya nayê parçekirin” û bi vê munasebetê jî li ser zihnîyeta wê ya derbarê sîstema federatîf de werê rawestin.
Di benda 68/4. ya destûrê de dijberiya rêça parçenebûyînê jî, nêv sebebên partî dadanê de hatîye jimartin. Tişta bi vê rêçika tê parastin, yekpareyîya dewletê ye. Xusûsê rêça parçenebûyînê kirî bin parastinê de, yekpareyîya fîzîkî ya dewletê ye. Ev yekpareyî, bi tixûbên sîyasî yên dewletê ketîye bin temînatê de. Daxwazek ya sîstema federal weke guhartina tixûbên dewletê nîne. Tenê texlîtek yê gerînandina gerînendiya hundirîn e. Lewre sîstema federal, ne li hemberê “bi welat û netawê xwe ve yekparyîya dewletê ya nayê parçekirinê ye.”
Lêbelê, di tetbîqatê de rêça parçenebûyînê, bi sîstema unîter re di yek wateyê de hatîye girtin. Ev şiroveyek çewt e.
Ev şîrove, bi ruhê qanûnê re û bi zihnîyeta hemdem ya demokratîk re dijber e. Ji partîyên sîstema federal diparêzin re zehmetîyek (meşaqet) mezin diafirîne.
Em di wê hêvîyê de ne ko Dadgeha Destûrê; xasma guhartina di benda 90. ya destûrê de jî berçav bigre û bi zihnîyetek lîberal, berê xwe bide şiroveyek nû, hemdem û saxlem. Pêşîya pêşveçûna demokrasîyê bê vekirin. Derfeta çareserîya kêşeya Kurdan bê dayîn ko bi demokrasîyê re pêwendîya wê ya girîng heye.
PARTÎYÊN SİYASÎ Û QANÛNA HİLBİJARTİNÊ
Partîyên sîyasî, hêmanên girîngên dest jê neyên berdanê ne bo demokrasîyê. Şûna yek texlît sîyaset, yek texlît partîyê divê mafê partî damezrandinê ji bo herkesên ko xwedîyê mafê hilbijartinê ne hebe. Karakterê esasî yê demokrasîyê piralîtî ye. Partîyên sîyasî jî, ji bo vê hene. Bi qanûnên ko tehemûla wan ji piralîtîyê re neyî, partî nikarin bên dadan û damezranerên wan nikare ji sîyasetê bên men kirin. Ser navê huqûqê bi karesatîyên (mûamele) derveyê huqûqê cezakirinên tevayî û astengên bi vî awayî nayên qebûl kirin.
Qanûna Hilbijartinê bi qasî Destûrê giring e.Beşdarbûna civatê ya gerînendiyê, xwedî gotin û xwedî biryar bûyîna wê, anceq bi qanûnek demokratîk ya hilbijartinê mûmkin e. Ji bo pêkanîna vê, wê nûnerên rêxistinên demokratîk yên girseyî û nûnerên partîyên sîyasî bi parlamentoyê re hevkariyê bikin û wê qanûnek nû û beşdar ya hilbijartinê bê amade kirin.
Partîya Demokrasîya Beşdar; ji bo hilbijartina parlamenteran, di partîyan gişan de pêşebijarîyê pêwîst dibîne. Ji nêv berbijêrên parlamenterên herêma hilbijartinê, du mislên parlamenteran berbijêr, ji aliyê endamên partîyê ve tên hilbijartin. Divê di partîyên sîyasî yên bi van lîsteyan dikevin hilbijartinê de bi hilbijartina tercîhî rêza parlamenteran bê tesbît kirin û parlamenterîya ihtîyadî hebe.
Divê berendamên serbixwe jî ligel berendamên ihtîyadî têkevin hilbijartinê. Ji bo temîn kirina temsîla dadwerî, her partîya sîyasî, li gorî dengên di seranserîya welat de standî wê di parlamentoyê de bê temsîl kirin.
Parlamenter, di maweya erka xwe de ji ber daxuyanîyên xwe yên sîyasî, heta saxbin wê mafê wan yê destnedayînê (berî’ bûn) hebe.
Ji bilî parastina welêt, li der ve nimînandina (temsîl) dewletê, erk û desthilatdarîyên û projeyên mezin yên derveyê derfet û tixûbên herêmî de, wê ji bo gerînendîya herêmî bên hiştin.
Di hilbijartinên herêmî de, partîyên sîyasî mecbûr in bi beşdarbûna endamên xwe hemûyan pêşhilbijarîyê pêkbînin. Evên he, wê berendamê Şaredarîyê tesbît bikin û lîsteya endamên lijneya şaredarîyê serast bikin.
Di kongreyên navçeyan (qeza) de, wê endamên di navçeyê de qeydkirî hemû dengê (rey) xwe bişuxlînin. Serekê navçeyê, endamên esîl yên gerînendîya navçeyê, şaredarên endamê partîyê û serekên beledan (belde) delegeyên parêzgehê (wîlayet) ne. Serekên parêzgehê û yên navçeyan, şaredarên endamê partîyê û parlamenterên partîyî delegeyên kongreya mezin in.
Piştî modela gerînendîyek nenavendî (ademê merkezî) hat çêkirin, wê derbasbûna “Sîstema Serokatîyê” bê pêkanîn.
Mafê her partîya sîyasî ko daxwaznameya xwe ya damezrandinê dabe Wezareta Hundirîn heye ko, heke bixwaze têkeve hilbijartinan. Wê astengên Desteya Bilind ya Hilbijartinê û qanûnan danîn bên rakirin.
Wê deshelatdarîyên Lijneya Tevayî ya Parêzgehê bên zêdekirin û wê ew bibin parlamentoya herêmî. Parêzger, Qaymaqam û Mûdîrên Emnîyeta Parêzgehê û yên Navçeyan jî wê ji alîyê gelê wê herêma hilbijartinê ve bên hilbijartin.
Di hilbijartinên herêmî û gelemperî de mafê berendaman heye ko, bi zimanên hilbijêrên xwe ko ji kîjan zimanî bêhtir fêhm dikin bi wî zimanî propaganda xwe bikin û afîşan amade bikin.
PERWERDE
Partîya Demokrasîya Beşdar, sîstemek ya perwerdîyê ya ko ji cîhanê hemûyê re vekirî, afirandêr, piralî, reqabetdar, ji şidetê hatî şûştin, ji “Ocaxa Te’lîm û Terbîye” bûyînê hatî rizgarkirin û civatek ya zanistîyê pêkbîne dipejirîne.
Sîstema perwerdîya îro, di nêv welatên YE de, ya ji hemûyan bê randimantir û tevlîhevtir e. Ji ber ko, pêşiya xwe azadkirinê, xwe pêş de birinê û qabilîyeta lêkolînê dibire. Perwerdî tenê weke “Ocaxa Te’lîm û Terbîyê” tê dîtin.
Partîya Demokrasîya Beşdar; sîstemek perwerdî ya di standardên YE de armanc dike. Mafê bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdebûyîn wê ji bo herkesî bêkêmayî bê cih anîn.
Wê behra ji budçeyê bo perwerdiyê tê veqetandin, bi qasî bigihê nîvanî ya YE bê zêde kirin. Divê sîstema perwerdîyê ji qurm ve bê vesaz (reforme) kirin. Di perwerdîya bingehîn de ji bo ko zarok bêyî ji malbatên xwe bên veqetandinê perwerde bibin wê derfet bêne pêkanîn. Heke, pêwîst be, wê ji malbata wan re arîkarîya diravî bê kirin.
Belavkirina her texlîtên tiştên wergirtin (li xwe kirin) û xwarinên ko rûmeta zarokan bişkînin qedexe ye. Ji bo zarokan, çi derfetên pêwist hebin wê ji alîyê dewletê ve bê pêkanîn.
Wê xwendegahên pîşekarîyê (meslek) sê sal bin. Ligel perwerdîya teorîk wê giranî da bo perwerdîya kirarî (amelî, pratîk) bê dayîn. Lewre jî, wê sîstema şevînî (leylî) û wargeh bên rakirin û heke pêwîst bibe, wê arîkarîya demanê (kira) ji zarolan re bê kirin. Wê mezûnên xwendegahên pîşekarîyê, bikarin têkevin xwendegahên bilind yên pîşekarîyê.
Wê perwerdîya amadeyî (lîse) çar sal bin, sîstema wargehîn bê rakirin, ji xwendakarên mûhtac re arîkarîya bûrs an jî demanê bê kirin.
Di perwerdîya bingehî û navînî de wê her texlîtên sîstema şevînî ya dewletê bê rakirin.
Di perwerdîya bingehî, amadeyî û xwendegahên pîşeyî de, wê dersên mecbûrî yên leşkerî û olî bên rakirin, li şûna wan, wê giranî bo dersên zimanên bîyanî û perwerdîya komputêrê bê dayîn.
Wê dawî li sîstema Damezreka Fêrkarîya Bilind (YÖK) bê dayîn, wê zanîngeh (unîversîte) ji alîyê gerînendî û darayî (malî) ve bên xweser (otonom) kirin. Wê bibin damezrekên aborî û zanistî yên bi sermiyanê zivirok (biveger) dixebitin û ew xwe bi xwe îdara xwe bikin.
Wê ji xwendevanên dest teng re bûrsên bêberdêl û heke pêwîst be wê kredî bên dayîn.
Sazîyên bûrsê didin hemû wê di bin banekê de bên civandin. Ferd û sazîyên taybetî yên ko dixwazin bûrsê bidin, wê bi wasîteya vê sazîyê bikarin bûrsê bidin.
Wê lijneyek bilind ya ko progarmên sazîyên perwerdeyî yên leşkerî û sivîl hemûyan ji alîyê mafên ferdî û demokrasîyê ve kontrol bike bê damezrandin.
Wê zihnîyetên hov û îptidaî yên ko êrîşkarîyê, erd vegirtinê, nijadperestîyê, maf xesb kirinê, talanê, li ser hinek dî serdestî kirinê weke mafek yê xwe didin xuyakirin û vê mîna mêranîyekê wesif dikin ji perwerdîyê bên dûrkirin.
Destûryarên (mezûn) Akademîyên Polîsan, Akademîyên Cengê û Xwendegahên Binefserîyê (astsûbay) di maweyê erkdarîya xwe de, di nêva xwe de nikarin yekîneyên tîcarî pêkbînin û nikarin bi tîcaretê ve mijûl bibin.
Wê giringî bê dayîn bo guhartina xwendevanan ligel zanîngehên bîyanî û xasma di perwerdîya lîsans û serlîsansê de wê ev hê jî girîngtir bê girtin. Bi vê armancê wê piştevaniya xwendevanan bi bûrsên taybetî bê kirin.
Ji bo ko zarokên bêxweyî û seqet ji her texlît perwerdîyê îstîfade bikin, wê ji wan re tedbîrên taybetî bên standin.
Wê her texlîtên qedexe kirin û sansûrên li ser zanistî, huner û çandeyê bên rakirin. Di vî warî de wê giringîyek taybetî bo perwerdîyê bê dayîn û peywendîyên nêvnetewî û guhartina xwendevanan bê pêkanîn.
Ji bo domandina perwerdîya gelêrî, wê piştevanîya xebatên perwerdî û çandeyîyên derveyê xwendegahan bê kirin.
TÊGİHÎNA LAÎKÎYÊ
Azadîya dînî û wîcdanî, wê bi têgihînek (zihnîyet) laîkî ya nû bikeve bin temînatê de.
Ji ber ko, her çi qas piranîya gelhê Tirkîye musilmane jî, nerehetiyeke ko paldarê olî bi awayek dijwar tê jîyan.
Bi sebeba di salên ewil yên damezrandina Cumhûrîyetê de, ew têgihîna laîkî ya ji bo li hember derketina padîşahîyê, xilafetê û sazûmana berê re bûyî îdeolojî; ji zihnîyetên îdeolojîk û sîyasî re li gorî wan bûye wasîteya têkoşînê û weke olekî fermî yê dewletê hatîye ferzkirin. Lewre jî, ji wateya xwe û naveroka xwe ya eslî hatîye berevajî kirin.
Lewma, bêalîtîya dewletê ya li hember azadîya olî û wîcdanî nemaye û dewlet di van pevçûnan de bûye alîyek û li navenda vê de hatîye rûniştandin. Li dijê vê, eslen erka dewletê, li hember grûban parastina kesan e. Wê, tûndî û zordayîna dewletê ya li ser mirovên girêdayê rûmetên xwe yên manewî bê rakirin.
Ji xwe, di dewletek laîk de ol, çênabe ko di bin emrê dewletê de be.
Herweha, laîkî mîna olek fermî bûye îdeolojîya dewletê, Serokatîya Karên Oldarîyê, bûye sazûmaneke dewletê ya ko vê îdeolojîya wê ya fermî belav dike.
Lewre, mirovên girêdayîyên bawerîya xwe ya dînî, naxwazin kesek bikeve navbera Xudê û evdan de. Herweha, yên bawerîyên wan cuda û yên bêbawerî, li hember vê zihnîyeta ko ji alîyê dewletê ve li ser wan tê ferzkirin aciz dibin.
Dewlet, bi vê helwestê têkilîya (mudaxele) azadîya dînî û wîcdanî dike û lewre jî di nêvbera bawerîyan û jîyana fermî de haşîtî nayê pêkanîn.
Bi vê rewşa xwe ve, ne mûmkin e ko têgihîna laîkî ya dewletê weke têgihînek rast ya laîkî bê qebûl kirin.
Bi vê armancê, alîyek yê bernama partîya me ya azadî, wekhevî, haşîtî, demokrasî û guhartinê jî, têgihîna laîkî ya nû pêktîne.
Lewre wê Serokatîya Karên Oldarîyê bê rakirin û wê mensûbên oldarîyê ji bûyîna karmendên dewletê bên rizgarkirin.
Wê xweyîtîya li cihên îbadetê kirin, perwerdîya alimên dînî, tayîn kirina wan, aborandina wan û tiştên wekî van ji cemaetan re bê berdan.
Partîya Demokrasîya Beşdar, li gorî îcaba bîrewerî ya me ya ferdî û ya civakî û vîna me ya hemwelatîyê wê giringîyê bide rûmetên bi bawerîyê ve pêvendar. Wê ji bo himbêzkirina pêşendê (îstiqbal) projeyên layîqê vê mesûlîyetê bên pêkanîn û wê di vê babetê de têgihek nû bê avakirin.
JİN, ZAROK Û CİWAN
Partîya Demokrasîya Beşdar, jinan li derveyê rola wan ya ananewî de, unsûrek giringtirîn yê proja me ya guhartin û veguherînê dibîne.
Pêşîyê perwerdîya jinan û ji bo di bergehên civakî û sîyasî de cihê xwe girtina cihê wan yê heqkirî di bergehên civakî û sîyasî de bi sazîyan pêwendar re wê pêkanîna xebatên hevpar bê armanc kirin.
Partîya Demokrasîya Beşdar, derfetên xwe hemûyan seferber dike ko îstixdam, kar û ucret jî tê de, di her bergehê de di nêvbera jin û mêran de wekhevî bê pêkanîn.
Zarok, xwedîyê mafên parastin û lênêrîna ji wan re qenc in. Divê zarok bikarin ramanên xwe bi azadî bînin ziman. Ev raman, di mijarên bi wan ve pêwendar de û bi gorî temen û têgihiştina wan wê berçav bên girtin.
Li gorî îcabên rêça dewleta civakî, wê perwerda bingehîn ya zarokan hem mecbûrî be, hem jî, ji bo pêkanîna wê dewlet tedbîrên pêwîst hemûyan wê bistîne û mesref tev de wê ji alîyê dewletê ve bên pêkanîn.
Mercênkarkirina zarokan wê li gor şertên nêvnetewî bên pêkanîn.
Ji bo pêşî li îstismara zarokan û parsekîyê bê birîn, çi tedbîr pêwîst bin wê bên standin.
Zarokên di tenduristîya wan de kêmayî hebin û yên bêxweyî û bêparastin wê di bin parastina dewletê de bin. Wê perwerdîya wan û heta bibin xwedîyê kareke layiqê xwe mesrefên wan hemû ji alîyê dewletê ve bê pêkanîn.
Bi armanca di jîyana civakî de ciwan xwe pêş de bibin û bi awayek xweşbîn bên têgihandin wê îhtimama lazim bê nîşandan.
Bi vê mebestê ji bo bersivdana pêdivîyên wan wê Navendên Ciwanan bên vekirin. Di van navendan de mercên jîyana hevpar, xweşbîn bûn û ji bo ji kirên zererdar parastina wan wê xebat bên kirin. Ji bo domandina bizavên sportîf û çandeyî wê her texlîtên sazî û derfetan bên pêkanîn.
Ji bo ko ciwan bibin xwedî pîşe (meslek) û di pîşeyê xwe de bixebitin wê proje bên pêş de birin û wê ji mijandina aborî û ewlehî bên parastin. Li hember tehlîkeyên lipêşîya saxlemîya wan ya fîzîkî û zihnî an jî exlaqî û pêşveçûna wan ya civakî û astengîyên lihemberê perwerdîya wan wê her tedbîrên pêwîst bên standin.
Partîya Demokrasîya Beşdar, derfetên xwe hemûyan seferber dike ko ciwan di jîyana xwe ya taybetî û civakî de bi mezîyet, durist, berhemdar, zana, arastî, zîrek, jêhatî û xweşbîn bên têgihandin.
ABORÎ Û ÇANDİNÎ
Partîya Demokrasîya Beşdar, sîstemek lîberal û di têgihîna dewleta civakî (sosyal) de hevbeşkirina warîdatek dadwer diparêze, ew li hemberê bêahengîya (mûwazene) nêvbera herêman de ye, ya bêdadîya bacê (vergi) de ye, ya bi destê dewletê belavkirina rantê ye û xerckirina bêhesab ya bacên dewletê ye. Aborîyek xwedîyê mercên berevanîya (rekabet) serbest dipejirîne.
Erka dewletê, pêkanîna binavahîyên tevna berhemkirin û xerîdarîyê û parastina berhemkar û xerîdaran e. Dewlet wê xwe ji bergehê aborî vekêşe, wê mesûlîyeta xwe ya bûyîna dewleta civakî bi cih bîne.
Di cîhana global de sermaye bi sê rîyan gera xwe pêktîne.
Ya yekem; bi deyndar kirina wî welatî . Ev rê ji bo sermayeyê rîya bi kartirîn û rîya bê rîsktir e. Lêbelê, ji wî welatî re, rîya behtir bi rîsk e.
Ya duwem; li wî welatî kirîna kaxezên birûmet e. Ev awa, ji bo sermayeyî kêm rîsk e, lê bêhtir bi kar e. Lêbelê ji bo wî welatî, di têketin û derketinan de dikare bibe sebebê krîzan. Lewre, ahenga aborîyê texrîb dike.
Ya sêyem; li wî welatî bi razemenî û berhem kirinê. Ev rê, ji bo sermayeyî rîya bêhtir bi rîsk e, lê ji bo wî welatî bêhtir bi kar e. Lewre, berhemkarî û îstixdamê pêktîne.
Ji bo pêşîya mahzûrîyetên mûhtemel yên li jor hatîn dîyarkirin bê birîn, hê di serî de wê her tedbîr bên standin.
Partîya Demokrasîya Beşdar, piştê dide ko sermayeyê berhemkar li welêt razemeniyê bike. Di temîn kirina erseyî de, di teşwîqên razemeniyê de, di pêkanîna madeyên xav yên erzan de û di babeta hêsayîyên bacê de wê bibe arîkar. Lêbelê, bi tu awayî wê pêşîya reqabeta serbest negire û bi bac û tedbîrên taybetî neparêze. Di her texlîtên plasmanan de wê standardên doralî bi baldarî bên cih anîn.
Di razemeniyan de asta (sewîye) pêşveçûna herêmî wê her demî bê berçav kirin, wê muteşebis li gorî vê bên arîkar kirin.
Wê ji rêçên pîyasa serbest re musait, di berhemkirinê de wekhevîya firsetê û parvekirinê de jî dadwerîya civakî bi cih bîne.
Di aborîyê de wê rêçên Yekîtîya Ewropa bişixulin û wê bi vê bazara mezin re bê ahengdar kirin.
Ji bo xerîdaran (mustehlik), wê sîstemek ya parastinî ko dîsa rêçên Yekîtîya Ewropa di rewabin bê pêkanîn.
Wê lez bê dayîn bo taybetîkirinan û wê sazîyên ne rasyonel di cih de bên dadan.
Bankayên gelemperî wê bên taybetîkirin, wê kontrola dewletê ya li ser aborîyê bê rakirin. Sîstema bankavanîyê wê li sîstema bankavanîya Yekîtîya Ewropa bê lêanîn û bi tu awayî wê garantîya mewdûatan neyê dayîn.
Ji bo pêkanîna haşîtîya karker û karsazan, wê sazûmanek ya kar û xebatê ko her du alî bi rêxistinên xwe yên pîşeyî li ser esasê wekhevîyê bikarin bazarê bikin bê pêkanîn.
Heke pêwistî hebe wê lojmanên gelemperî bên çêkirin, lojman hemû wê li şaredarîyên wî cihî bên dewrkirin û bi bihayê bedelê demanê (kira) ji erkdarên gelemperî re bên deman kirin.
Di destê dewletê de ji hewceyîyê zêdetir wasîte hene. Wê ev di cih de bên firotin û wê kirînên ji hewceyîyê zêdetir bê pêşebir kirin.
Wê projeya GAP’ê ko pir dereng ketî, di demek zû de bê temam kirin. Pêşîyê, wê sazûmana avdanê bê qedandin û wê ji bo xizmeta çandinîyê bê pêşkêş kirin.
Wê giringî bo çandinîya teknîk û organîk bê dayîn, ji bo bersiv dayîna daxwazên berhemên çandinîya organîk yên bazara hundirîna Yekîtîya Ewropa ko bi lez zêde dibe wê tedbîrên pêwîst bên standin. Ev jî, ji bo dewletên mîna Tirkîye hê jî xwedîyê sazîyên çandinîyê yên biçûk û xakên (erdên) organîk e, pir girîng e.
Wê Teşebusên İqtisadîyên Gelemperî (KİT) bên rakirin, wê subwansîyonên ko yekserî piştevaniya berhemkarîyê bikin bên pêkanîn.
Wê tedbîrên berhemkarîyê û qelîteyê zêde bikin bên standin.
Wê dawî li heywan xweyîkirina bi usûlên ji bab û kalan mayîn bê anîn, wê ev kar ji bo ko modern be û berhemdartir be, bê piştevan kirin .
Ji çandinî û sewalvanîyê (heywan xweyîkirin) re arîkarîya mezintir, sanayî ya paldarê çandinîyê ye. Lewre, wê piştgirîyên taybet ji bo razemeniyên paldarê çandinî û sewalvanîyê bên kirin.
Wê ahengek ya berhemkarî û xerîdarîyê (îstihlak) ko bi mercên pîyasa serbest re li hev bike bê pêkanîn.
Ji bo berhemkarîya berhemên çandeyî yên avê, wê her tedbîr bê standin û wê ev berhemkarî bê teşwîq kirin. Ji bo nêçîra berhemên avê, parastina nêçîrgehan û domandina wan wê tedbîrên pêwist hemû bên standin.
Wê sîgortavanî ya ko temînata ewlehîya can û malî ye, li gorî standadên Yekîtîya Ewropa bê pêkanîn.
Ji ber ko em di xetê dereca yekem ya erdhejê de ne, wê sîgortayek berfireh ya erdhejê bê amade kirin.
Wê li hember afatên xwezayî (tebîî) sîstemek sîgortayê ya çandinî û sewalvanîyê dihewîne bê amade kirin.
Divê bacdayînî dadwer, kêmjimar, hêsa, xweş bê fêhmkirin be û ji alîyê herkesî ve bikare bê dayîn.
Lewre, wê qanûnek berfireh ya bacê bê derxistin û cezayên bac nedanê wê bên zêde kirin. Cezayê bac nedanê wê bi tu awayî neyê efûkirin.
Wê bac serê her mehê bên dayîn û wê bi bîlanço yên paşîya salê re bên ahenk kirin.
Wê serfîyatên bacê şefaf bin û wê her demî ji alîyê danêrên bacê ve bikarin bên kontrol kirinn.
Tehemula dewletek berendamê YE, ji van serfîyatên leşkerî yên evqas bilind re nîn e. Wê hejmara leşkeran û standarda wan bê asta YE’yê. Ligel vê, serfîyatên leşkerî jî wê bên kêmkirin. Tişta ji ber vê bimîne, wê ji bo tenduristî û perwerdîyê bê veguhestin. Wê leşkerîya mecbûrî bê rakirin, şûna vê leşkerîya profesyonel wê bê pêkanîn.
KARKİRİN Û EWLEHİYA CİVAKÎ Partîya Demokrasîya Beşdar, di nêvbera hemwelatîyan de cudahîya zayend, ol, ziman, ramana sîyasî û binyata civakî nake û baweriyê bi îstîfade kirina mafên civakî pêkanînê tîne ji bo herkesî.
Ji bo ko herkes bibe xwedîyê kareke ewledar û saxlem û ji bo pêkanîna mercên dadwer yên xebatê, wê sazûmana pêwîst bê serast kirin, wê herkes ucretek dadwer ko têra abora wan û malbatan bike bistîne.
Ji bo parastina berjewendiyên aborî û civakî yên karker û kardaran wê sazimana rêxistinî di asta damezrekên netewî û navnetewî de bê pêkanîn.
Wê mafên bazarkirina tevayî ya karker û kardaran bikeve bin garantîya qanûnî de.
Her kesên ko ji îmkanên madî bêbehr, wê ji xizmetên perwerdeyî, civakî û aborî îstifade bikin.
Di alîyê civakî û aborî de ji bo parastina dê, zarok, seqet û pîran bêyî cudatîya rewşa wan ya medenî û pêwendîyên wan yên malbatî wê her texlît tedbîr bên standin.
Her kes di maweyê karnekirina xwe de wê ji îmkanên ewledarîya civakî û sîgorta bêkarîyê îstîfade bike.
Her hemwelatî wê xwedîyên sigorta tenduristîyê bin, wê prîmên yên karnakin ji alîyê dewletê ve bên dayîn, wê bijîşkîya malbatî di standardên YE de be û nexweşxane wê bibin saziyên xweser yên bi sermayeyê vegerok dixebitin.
PÊWENDÎYÊN NAVNETEWÎ Partîya Demokrasîya Beşdar, wê di cîhanê de parêzvanê bêçekbûnê, haşîtîyê û karesatîyên demokratîk be.
Îhlalkirina mafên demokratîk ne arîşeyekî nêvxweyî dewletan e. Partîya me, di van karesatên weha de, ligel sazîyên navnetewî ya tu wê di nêv têkoşîna hevpar de be.
Wê di cîhanê tevê de ji bo kêmkirina (tahdît) serfîyatên leşkerî, di demek nîziktir de rawestandina hilberîna çekên kîmyewî û mayîn ên bejayî û rakirina yên mewcûd xebat bike.
Wê hewl bide ko hîlberîna çekan ji nîzik ve bê kontrol kirin û ji çekên ko di pîyasê de mewcûd wê hilberînerên (mustahsîl) wan mesûl bên dîtin.
Wê her texlît faalîyetên ko ahenga ekolojî ya cîhanê xirab dikin bên sekinandin. Ji bo sekinandina texrîbatên daristanên baranê, ji welatên xîzanên ko daran difiroşin bêhtir, wê li hember dewletên dewlemendên ko ji der ve depan (kereste) dikirin têkoşîn bê dayîn. Berî hemûyan wê ji der ve kirîna (îthalat) depan bê qedexe kirin.
Ji bo têkoşîna li hember kirijî (bêavî) û birçîbûna li cîhanê, di bin nezareta Yekîtîya Netewan de wê fonek bê amade kirin, wê hewil bê dayîn ko ji serfîyatên leşkerî yên li cîhanê hemûyê %3 ji vê fonê re bê transfer kirin.
Wê piştevanîya xebatên di derbarê ji mecbûrîbûnê derêxistina leşkerîyê bên kirin. Wê li pevçûnên herêmî di cih de mudaxele bê kirin û sebebên wan ji meydanê bên rakirin.
Ligel bizavên bêçekbûn û haşîtî ya tevayî, wê li hember faşîzmê, nijadperestîyê û karesatîyên totlîter hevkarîyên navnetewî û sazîyên çalak (faal) bên damezrandin.
Di cîhanê tevê de wê ol, ziman, muzîk û berhemên dîrokî ko rûmetên mirovantîyê ne bên parastin. Ji bo ko gelên cîhanê bikarin rûmetên xwe biparêzin, pêş ve bibin û bêxin bin xizmeta hevpar ya însanîyetê de, wê ligel sazîyên pêwendar hevkarî û hevgirtin bên pêkanîn.
Wê sîyaseta derveyîn li ser esasên sîyaseta Yekîtîya Ewropa û bi wê re ahengdar, berjewendîyên welat biparêze, ji mafên çarenûsîyên neteweyan re rêzdar, li hember her texlît tundîyên emperyal û mirovantîyê navenda xwe dane bê meşandin.
|
||||||||||||
Copyright 2009 KADEP.ORG.TR | Her hakkı saklıdır |
|||||||||||||