|
|
Di TRT6-ê de 'Em û Dem' dest pê dike
NETKURD
2009-10-06
“Em û Dem” her hefte roja sêşemê saet di 21.30yê Tirkiye û 20.30yê Ewrûpayê dê li ser ekranên TRT-şeşê be.
Di pêvajoya demê de di warê edebiyat û rewşenbîriya kurdî û ya cîhanê de çi bûye, çi dibe? Serpêhatiya rewşenbîriya kurdî û ya cîhanê çi ye?
Dem li ku, em li ku ne?
Programa “Em û Dem” ji gelek bergehan ve dê bibe deriyekî nû yê cîhana rewşenbîriyê.
Du hosta, du qelemên jêhatî; romannivîs Firat Cewerî û nivîskar-rojnamevan Muhsîn Kızılkaya ê bi hev re programa “Em û Dem”ê pêşkêş bikin. Ew ê di her programekê de li ser aliyekî xweser yê edebiyat, huner û çandê rawestin û bi şiroveyên xwe ên cihêreng ragihînin me.
“Em û Dem” her hefte roja sêşemê saet di 21.30yê Tirkiye û 20.30yê Ewrûpayê dê li ser ekranên TRT-şeşê be.
Xeleka pêşî a “Em û Dem”ê, 6-ê mehê, roja sêşemê (îro), bi dema Ewrûpayê saet di 20.30î de dest pê dike.
&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&
Elçî: Heger daxwazên kurdan bicih neyên çalakiyên gel dê dest pê bikin
|
ENQERE, 22/9 2009

Serokê giştî yê Partiya Demokrasiya Beşdar (Kadep) Şerafettin Elçî got heger helwesta dewletê ya ko kurdan nabîne û tu daxwazeke wan pêknayîne dom bike, dê çalakiyên gel dest pê bikin û qedandina hêviyan jî dê kurdan bibe cûdabûnê. Elçî got ji ber vê yekê ev hewayê ko herkes dixwaze pêkve bijî divê baş bête nirxandin û bila formula bicihanîna mafên kurdan ên rewa bête dîtin.
Elçî got heta rewşa pevçûnan bi dawî neyê pirsgirêk nayê çareser kirin û xwest ko bo bêçekkirina PKK-ê dewlet dîplomasiyek veşartî bide meşandin.
Pirs:— Tu cihê ko hikûmet di pêvajoya pêşîvekirina pirsa kurd de hatiye çawa dinirxînî?
Şerafettin Elçî: — Daxuyaniya destpêkê her çiqas naveroka wê diyar nebe jî, wek niyetek çareserîyê hêviyek da çêkirin. Lê hem CHP-ê û hem jî MHP-ê nerazîbûnek tund li hember van gavan nîşan dan. Bi taybetî jî piştî daxuyaniya serfermandar hikûmetê mixabin şûn ve gav avêt.
Pirs:— Di vî warî de hikûmet dixwaze çi bike?
Şerafettin Elçî: — Hê pakêta çareseriyê nehatiye aşkere kirin. Lê di daxuyaniyan de em van dibînin. Hikûmet dixwaze kurdan li paş çav bike, hesasiyetên wan û xwestekên wan neyîne cih û bi gavên ne rast dixwaze nêzik bibe.
Pirs:— Ma bi vê nêzîkatiyê pirsgirêk çareser dibe?
Şerafettin Elçî: — Na, ev nêzikatî pirsgirêkê çareser nake. Ger tu hê ji navê kurdan ditirsî û wek daxwaza Zanîngeha Artukluyê “Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî” na bi navê “Beşa Zimanên ko Dijîn” vekî û ji navê kurd û kurdî xwe dûr bixî tu nikarî tiştekî jî derbarê kurdan de çareser bikî.
Pirs:— Belê, pêwîst e çi bêt kirin?
Şerafettin Elçî: — Heta qanûna esasî neyê guhertin pirsgirêka kurd çareser nabe. Niha îro bi temamî berhema zîhniyeta derbeya 12-ê îlonê, bi serekî milîtarîst û wesayetkar civak û hikûmet têne meşandin. Bi vê qanûna esasî tu pirsgirêkek kurdan nayê çareser kirin.
Pirs:— Bo dawîanîna pevçûnan divê çi bêne kirin?
Şerafettin Elçî: — Tirkiye 25 sal in ko metodekê bi kar tîne, lê şaş e. Bi têkoşîna leşkerî, operasyonên leşkerî û hêzên ewlekarî ev pirsgirêk çareser nabe. Divê di serî de ev rêbaz bête terk kirin. Helbet ko kes nabêje bila artêş çekan berde. Lê di vê demê de bo pevçûn rûnedin divê hinek hesas be. Ger rayedarên payebilind yên leşkerî bêjin ko heta ko terorîstê dawî li çiyan bimîne ew dê operasyonan bidomînin û bi awayek fîîlî operasyon bidomin tê wateya ko hê ev rêbaz tê dom kirin. Lewra niha PKK biryara bêçalakiyê girtiye. Helbet tu hikûmet hemberê vê nabêje “me jî têkoşîna çekdarî daye rawestandin” lê rê û rêbazên vê yekê hene.
Pirs:— Çi ne ev rê û rêbaz?
Şerafettin Elçî: — Ger ko PKK çalakiyan neke û ji cihê pevçûnan dûrketibe, ti wateya şandina leşkeran bi ser wan de nîne. Salek berê daxuyaniyek serokwezîr hebû, digot ji cihê vala çima operasyon bêne kirin. Lê niha hema ji xwe ve operasyon têne kirin. Ger tu ser ve biçî dê pevçûn rûbidin û xwîn tê rijandin.
Divê hikûmet ji domandina operasyonan bêhtir, şertên qanekirinê bigere û di nava dîplomasiyek veşartî de PKK-ê qane bike. Ger pêvajoya pevçûnan bi dawî bibe, di nava platformên siyasî bi awayek azad pirsgirêk bête nîqaş kirin û formulên çareserîyê dê bêne dîtin. Lê mixabin merhela ko em hatine ez vê rêbaza maqûl nabînim.
Pirs:— Nêrîna wek “hin rayedarên dewletê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan dikin” zêde ye. Dîplomasiya veşartî ko hon behsa wê dikin, bi Ocalan re bête meşandin, gelo PKK dê çekan berde?
Şerafettin Elçî: — Divê ev yek pêk bê. Bi Ocalan re jî dibe, bi yên ko li çiya ne re jî dibe, yan jî yên ko hene wan qane bikin re dibe. Divê ev rê hemû bêne bi kar anîn û PKK bo çekberdanê bête qane kirin. Heta ew neyên qane kirin û di nava pevçûnan de jixwe ev pirsgirêk çareser nabe.
Pirs:— Di aliyekî de wek we got, hikûmet şûn de gav davêje, lê li aliyekî dîtir her tim serokwezîr Erdogan behsa biryarbûnê dike. Gelo dibe ko ev gotina hikûmetê wek manevrayek ko nerazîbûnên muxalefet û leşkeran kêm bike?
Şerafettin Elçî: — Ez wiha nafikrim. Di asta ko em hatinê de, ahengiya navbera saziyên dewletê ya leşkeran e û ew jî bi temamî ya neçareseriyê ye.
Pirs:— Dema tezkereya dersînor di 17-ê meha bêt diqede. Hinek nûçe derketin ko hikûmet dixwaze vê tezkereyê dirêj bike. Serfermandariyê jî xwesteka dirêjkirinê ji serokwezîrtîyê re şand. Bi ya we hikûmet dixwaze çi bike?
Şerafettin Elçî: — Ger wek tê îdia kirin hikûmet dixwaze bi riyên demokratîk vê pirsgirêkê çareser bike, divê derfet nede operasyonên dersînor. Ger derfet bide, dê derkeve holê ko bi temamî girêdayî îradeya leşkerî ye.
Pirs:— Di hevpeyvîneke sê meh berê de tu hê zêde bi hêvî bûyî, niha tu hê zêde reşbîn li pêvajoyê dinêrî?
Şerafettin Elçî: — Belê, li gorî dema wê hevpeyvînê ez reşbîn im. Lewra ger bi temamî tu PKK-ê nebînî, DTP-ê nebînî, saziyên dîtir ên kurdan nebînî ev pirsgirêk çareser nabe. Êdî ne pirsgirêka PKK-ê. Pirsgirêk bûye pirsgirêka gel. Wek mînak PKK teslîm bibe, DTP ji holê rabe, tu partiyek kurdan yên legal nemînin jî ger ev siyaset dom bike dê wê demê tevgerên kurdan yên gel dest pê bikin. Civak hatiye vê merhelê, gelê kurd êdî zanebûna netewî girtiye.
Pirs:— Ger hêviyên kurdan ên derbarê çareseriyê de bêne şikandin û bendewariyên wan vala derkevin, gelo encama vê dê çibe?
Şerafettin Elçî: — Ger dewlet van daxwazan pêkneyîne dê hem pevçûn û hem jî cûdabûn çêbe. Ji ber wê hê hewaya bihevrejiyanê heye divê her kes bi aqlê selîm tevbigere û mafên kurdan ên rewa nas bike.
Pirs:— Tu helwesta DTP-ê ko di vê demê de daniye holê çawa dinirxînî?
Şerafettin Elçî: — DTP partiyek siyasî û legal e ko li parlamentoyê tê temsîl kirin. Ti rêxistin nînin ye ko îradeya xwe ya siyasî neyî bihesibînin. DTP îradeya xwe ya siyasî dike sifir. Dibêje ko navnîşana çareseriyê Imrali ye. Ger navnîşana çareseriyê Imrali be ti hevcedariya te namîne. Divê DTP neketiba xetayek ewqas mezin. Wek mixatabê siyasî xwe nîşan daba.
Pirs:— Dewletê hê jî nêxşerêya ko Abdulla Ocalan di 20-ê îlonê de daye aşkera nekir. Sedemê vê yekê çiye?
Şerafettin Elçî: — Bi ya min nedana vê şaşî ye. Em bêjin ko nexşeriya Ocalan tiştê ko bi temamî nayên qabûl kirin be jî divê ji raya giştî re bêne aşkera kirin. Lê ger di naverokê de nêrînên maqûl hebin divê ev yek di raya giştî de bêne nîqaş kirin. Veşartina ji raya giştî ti faydeyê nade.
Nefel.com
|
"Vebûna kurd" navbera Hewlêr û Anqreyê baş dike
NETKURD
2009-09-05
Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê da zanîn, ew wek Herêma Kurdistanê piştgiriya gavên Tirkiyeyê yên ji bo çareserkirina pirsa kurd dikin û got: “Ew gav bandoreke erenî bo ser herêma Kurdistanê dikin.”
Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Fuad Hisên ji Aknewsê re wiha axaft: “Pirsa kurd a li Tirkiyeyê pirseke navxwe ya Tirkiyeyê ye. Pêwendiyên Tirkiyeyê û herêma Kurdistanê pir pêşve çûn û bi nêrîna min dê her pêşve biçin. Guhertinên ku li Tirkiyeyê dest pê kirine guhertinên pir girîng in û bandora wan li ser navxwe ya Tirkiyeyê heye, lê çimkî pêwendî bi kurdan re heye ew guhertin bandoreke pozîtîf li ser pêwendiyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê dikin.”
Hisên da zanîn, komara Tirkiyeyê yekem car e ku ji bo pirsa kurd gavên bi vî avayî davêje ku ji bingeha hikûmeta Tirkiyeyê ve heta serkirdeyatiyê dest pê kiriye û got: “Ev gav ji bo hemû aliyek girîng e, nemaze bo kurdên Tirkiyeyê. Pêşveçûna wê prosesê bo xelkê Iraq, navçe û ewlekariya navçeyê baş e. Em wek herêma Kurdistanê piştgiriya wê prosesê dikin.”
PUKmedia/2009-09-01

Serokê Lîbyayê Muammer Qedafî malpereke resmî a bi navê Qedafî Diaxive vekiriye û tê
de cih daye çendîn zimanên cîhanî ku yekek ji wana jî zimanê kurdî ye.
Terxankirina beşeke malpera xwe ji bo zimanê kurdî Qedafî vedigerîne bo wê çendê ku wî tu carî xebata gelê kurd ji bîr nekiriye û berevaniyê li mafên kurdan dike û piştgirî li şoreşên gelê kurd dike.
www.algathafi.org
http://www.algathafi.org/html-kurdish/index.htm
|
|