Hürriyet Gazetesi İlan Servisi, hürriyet ilan, vefat ilanı
20-ê vê mehê dê li Bexdayê konferansek li ser Kerkûkê bê sazkirin  

 PUKmedia/2009-11-13



Biryar e 20’ê vê mehê derbarê meseleya Kerkûkê de konferansek li Bexdayê bê sazkirin û tê de meseleyên wek arîşeya mulk, avadankirina jêrxana bajêr û qanûna hilbijartina civata parêzgeha Kerkûkê bên gotûbêjkirin.
Duhî bi beşdariya endamên civata parêzgeha Kerkûkê li civata parêzgehê civînek hate lidarxistin û hate ragihandin ku 20’ê vê mehê dê derbarê meseleyên Kerkûkê de konferansek bê sazkirin.
Rizgar Elî derbarê amanca konferansê de got:” Di konferansê de dê meseleyên wek arîşeya mulkdariyê li Kerkûkê,avadankirina Kerkûkê,pêşvebirina bajêr,qanûna hilbijartina civata parêzgeha Kerkûk bên gotûbêjkirin. Konferans dê bi beşdariya endamên rêkeftina Helsinkî hatiye rêxistin û berpirsên bilind ên parlamentoya Iraqê û aliyên siyasî ên Iraqê jî dê beşdar bibin.”
Hêjayê gotinê ye pêştir bi beşdariya pêkhateyên Kerkûkê bi navê Rêkeftina Helsinkî, ji aliyê hêzên siyasî ên li Kerkûkê rêkeftinek derbarê Kerkûkê de hate mor kirin û li gor vê rêkeftinê pêwîst e hemû aliyên nav bajêr, di rêkeftinên derbarê Kerkûkê de pêbendê naveroka destûra Iraqê bin.
Hate ragihandin ku di dawiyê konferansê de dê beyanameyek ji aliyê beşdarên wê ve bê îmzekirin.


            &&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&


Serok Talebanî: Girîngiya Kerkûkê ne ji bo petrolê, ji bo kurdistanîbûna wê ye

 PUKmedia/2009-09-09



Di fitareke digel hejmarek zana û mamosteyên olî yên bajarê Kerkûkê de serok Talebanî qala girîngiya dîroka bajarê Kerkûkê kir û got: “Digel xelkê Kurdistanê Kerkûk ciheke taybet e, ev jî ji ber petrolê nîne, belku bi dirêjiya dîrokê Kerkûk bajarekî kurdistanî bû û piraniya xelkê wê jî kurd bû.”
Di çarçoveya civînên xwe yên li Kerkûkê de duhî êvarê sekreterê giştî yê YNK’ê Celal Talebanî li baregeha xwe ya li bajarê Kerkûkê bo hejmareke zanayên olî, gotarbêj, mamosteyên olî yên îslamî yên Kurdistanê û serokê tekkeyên bajarê Kerkûkê fitarek saz kir.
Mam Celal di axaftina xwe de rola zanayên olî di şoreş û serhildanên Kurdistanê û xebata rizgarîxwez a gelê me de bilind nirxand.
Serok Talebanî diyar kir, di parastina biratiya navbera kurd, ereb, misilman û mesihiyên bajarê Kerkûkê de rola mamoste û zilamên olî pir girîng e û got: “Kerkûk bajareke pirnetewe ye û erka mamosteyên olî ye, ku biratî û hevrejiyana navbera pêkhatên bajêr biparêzin û pêwendiyên navbera olan xurttir bikin.”
Mam Celal da zanîn, mamosteyên olî di hilbijartinên bihurî yên li Kerkûkê de roleke baş lîstine û daxwaz jî kir, di hilbijartinên dahatû de jî cihê wan diyar be.
Li ser daxwaza mamosteyên olî ya li ser girîngidayîna zêdetir bi mizgeft, cihên pîroz û rewşa zanayên olî jî Mam Celal got: “Wek hertim her çi ji destê me hat em dê ji bo mizgeft û cihên pîroz texsîr nêkin. Hikûmeta dahatû ya Herêma Kurdistanê jî dê girîngiyeke zêdetir bide cihên pîroz.”
Serok Talebanî qala girîngiya dîroka bajarê Kerkûkê jî kir û got: “Digel xelkê Kurdistanê Kerkûk ciheke taybet e, ev jî ji ber petrolê nîne, belku bi dirêjiya dîrokê Kerkûk bajarekî kurdistanî bû û piraniya xelkê wê jî kurd bû.”
Di fitarê de cîgirê sekreterê giştî yê YNK’ê Kosret Resûl Elî û kargêrê polîtburoya YNK’ê Mela Bextiyar jî amade bûn.






ŞENGAL’DE PATLAMA: 4 KİŞİ ÖLDÜ, 12 KİŞİ YARALANDI

29.08.2009




PeyamnerPNA- Şingal’de bir Pazar yerinin ortasında meydana gelen patlamada 4 kişi öldü, 12 kişi yaralandı

Konuya ilişkin bilgi veren Şingal kaymakamı Dexil Qasım Hüseyin yaptığı açıklamada, bu sabah saat 10:00 sularında mayın dolu bir aracın Sınuni bölgesinde patladığını belirtti.
 
Kaymakam açıklamasında, patlama da 4 kişinin hayatını kaybettiğini, 12 kişinin de yaralandığını belirtti. Yaralıların Duhok kentine gönderildiği bildirildi.
 
Kaymakam, olay yerinde ekiplerin gerekli incelemerde bulunduğunu ve bölgenin giriş çıkışlara kapatıldığını belirtti.
 
Ölü ve yaralıların sayısının artmasından endişe ediliyor.